Tîrmeh 29, 2020 10:41 Asia/Tehran
  • Roja duyem a Qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a

Roja duyem a Qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a "Pêxemberê mezin (S)-14 ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji îro Çarşemiyê va bi beşdariya hêza deryayî û Hêza Hewa-Feza ya Sipahê li navçeya gelemperî ya Parêzgeha Hormuzganê, rojavaya Tengava Hormuzê û Kendava Farsê heta kûrahiya axa welêt dest pê bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Roja duyem a Qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a "Pêxemberê mezin (S)-14 da hêzên Hewa-Feza ên Sipahê bi bikaranîna taktîk û amûrên nûjen, beşek ji şiyanên berfireh ên vê hêzên di rûbirûbûna bi dijminê xeyalî ra nîşan dan.

Destkefta girîng a Hêza Hewa-Feza ya Sipahê di  Qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a "Pêxemberê mezin (S)-14 da avêtina serketî ya mûşekên Balistîk ji kûrahiya erdê û bi awayekî tam nixûmandî bû ku ev destkefta girîng rêxistinên istixbaratî yên dijmin di rûbirûbûna ihtimalî tûşî kêşeyên cidî dike.

Operasiyona êrîşkerane ya mûşekî, yekîneyên ser avê û firokeyên bêfirokevan li dijî baregehên dijmin, operasiyona belavkirina mayînan a afendî û qutkirina riyên têkiliyê yên keştiyên dijminê xeyalî, cihanîna operasiyona şerê mûşekî ji aliyê helîkopteran û avêtina mûşekên perav bi deryayê di qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a "Pêxemberê mezin (S)-14 ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da cih hatin.

Di vê meşqa şêrr da yekem car operasiyona şopandina navçeya meşqê bi bikaranîna wêneyên şandî ji Setlayta Nûrê pêk hat.

Setlayta Nûrê wek yekem setlayta leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê, roja 22ê Nîsana 2020î ji mûşeka setlaythilgir a Qasidê, ji besta navendî ya Îranê ji aliyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hat avêtin û kete gerîngeha 425 kîlometrî ya erdê.

 

Serepeyv