Tîrmeh 28, 2020 15:45 Asia/Tehran
  • Heta îro 28ê Tîrmehê; Zêde ji 257 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 296 hezar û 273 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 257 hezar û 19 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2667 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 296 hezar û 273  kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 235 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 16 hezar û 147 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 16 miliyon û 660 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 657 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 10 miliyon kesî jî baş bûne.

 

Serepeyv