Tîrmeh 28, 2020 12:36 Asia/Tehran
  • Qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a

Meşqa şêrr a "Pêxemberê mezin (S)-14 ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji îro Sêşemiyê va bi beşdariya hêza deryayî û Hêza Hewa-Feza ya Sipahê li navçeya gelemperî ya Parêzgeha Hormuzganê, rojavaya Tengava Hormuzê û Kendava Farsê heta kûrahiya axa welêt dest pê bû.

Li gorî rapora Sepah Newsê, Di qonaxa dawiyê ya vê meşqa şêrr da, yekîneyên mûşekî, yekîneyên ser avê û firokeyên bêfirokevan ên hêza deryayî ya Sipahê û yekîneyên mûşekî, firokeyên bêfirokevan û radarî yên hêza Hewa-Feza yên Sipahê, operasiyon û senaryoyann cih tînin.

Operasiyona êrîşkerane ya mûşekî, yekîneyên ser avê û firokeyên bêfirokevan li dijî baregehên dijmin, operasiyona belavkirina mayînan a afendî û qutkirina riyên têkiliyê yên keştiyên dijminê xeyalî, cihanîna operasiyona şerê mûşekî ji aliyê helîkopteran û avêtina mûşekên perav bi deryayê di qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a "Pêxemberê mezin (S)-14 ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da dê cih bên.

Di vê meşqa şêrr da yekem car operasiyona şopandina navçeya meşqê bi bikaranîna wêneyên şandî ji Setlayta Nûrê pêk tê.

Setlayta Nûrê wek yekem setlayta leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê, roja 22ê Nîsana 2020î ji mûşeka setlaythilgir a Qasidê, ji besta navendî ya Îranê ji aliyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hat avêtin û kete gerîngeha 425 kîlometrî ya erdê.

 

 

Serepeyv