Heta îro 27ê Tîrmehê; Zêde ji 255 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 293 hezar û 606 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 255 hezar û 144 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2434 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 293 hezar û 606 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 212 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 15 hezar û 912 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 16 miliyon û 445 hezar kesî.
Ji vê hejmarê 652 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 10 miliyon kesî jî baş bûne.