Îran û Sênêgal jibo hevkariya di warê pizişkî da şêwirîn
Tîrmeh 24, 2020 16:11 Asia/Tehran
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Dakarê û Wezîrê Tendurustî û Kiryarên Civakî yê Sênêgalê derbarê hevkariyên du welatan di warê pizişkî da şêwirîn.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Muhemed Reza Dêhşîrî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Dakarê û Ebdullah Cofsar, Wezîrê Tendurustî û Kiryarên Civakî yê Sênêgalê di hevdîtinekê da derbarê îmkana avakirina navenda dermanî di warên cûrbecûr ên gelemperî, pisporî, diranpizişkî û amadetiya Îranê jibo sermiyandanîn û şandina kadroya bijîşkî ya pispor, dabînkirinahewcetiyên dermanî, dabînkirina kelûpelên pizişkî yên têkoşîna dijî KOVÎD-19ê bi bihayên guncan û standardên cîhanî şêwirîn.