Tîrmeh 24, 2020 14:50 Asia/Tehran
  • Heta îro 24ê Tîrmehê; Zêde ji 249 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 286 hezar û 523 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 249 hezar û 212 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2489 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 286 hezar û 523 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 215 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 15 hezar û 289 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 15 miliyon û 675 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 637 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 9 miliyon û 565 kes jî baş bûne.

 

 

 

Serepeyv