Tîrmeh 23, 2020 13:37 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Agirpêketinên vê dawiyê li Îranê ti pêwendiyeke xwe bi êrişên Sayberî re tinen

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di bersiva derbarê xirabkarî û êrişên sayberî ên dijî Îranê degot: Agirpêketinên vê dawiyê li Îranê ti pêwendiyeke xwe bi êrişên Sayberî re tinen.

Li gor ragihandina îro pêncşemê ya dayira ragihandin û medyayê ya wezareta derve ya Îranê, Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî di press konferansa xwe de îdiayên derbarê xirabkarî û êrişên sayberî yên li dijî Îranê ji aliyê hin hikûmet û rejîman got: Her roj hezaran êrişên sayberî  li dijî binavahiyên Îranê tên kirin ku eva ne tiştekî nû ye û piraniya van êrişan bêyî ti bandoreke xwe ser berjiwendiyên me ji aliyê sîstemên berevanî û tîmên bertekên li ber bûyerên kampiyuterî tên têkbirin.

Mûsewî desnîşan kir ku agirpêketinên vê dawiyê li Îranê ti pêwendiyeke xwe bi êrişên Sayberî û destûra serokomarê Amerîkayê ya êrişa sayberî ser Îranê û çend welatên din re tinen û di dewamê de got: Ji vê şûnda her êrişeke sayberî ku ser Îranê were kirin berî her welatek an her kesek emê derheq Amerîjkayê şikber bibin, neku terseyî vê yekê îsbat bibe.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  got: Helbet Tehran vê destûra serokomarê Amerîkayê ya neqanûnî û sûckarane û îsbatkirina berpirsatiya dewleta Amerîkayê di vê barê de bi cidî bişopîne û wê bike karekî xwe yê sereke. Wî di dewamê de got: Îranê heqê xwe heye di wexteke guncaw  bersiveke wekî karên wiha yên Amerîka bide.  

Mûsewî got: Binpêkirinên qanûnên navneteweyî û kar û sûcên li dijî berjiwendiyên welatan bi taybet ên vê dawiyê  ku eşkera bûye karê dewleta Amerîkayê ye bûne sedema fukaran ji welatên cîhanê, vêca pêwîst e civaka cîhanî bersiveke guncaw bide van kiryaran.    

Serepeyv