Tîrmeh 23, 2020 12:44 Asia/Tehran
  • Zerîf: Dewleta Amerîkayê bûye îsyankar, bila Erebistan hişyar bibe

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li hevpeyvîna bi ajansa Sputnîka Rûsyayê re got: Dewleta Amerîkayê bûye îsyankar û binpêkirê qanûnan.

Zerîf duh di hevpeyvîna xwe ya bi Sputnîkê re bal kişand ser binpêkirinên Amerîka û îsyankariyên vî welatî û got: Si vî halî de vî welatî hin karînên xwe di warê bankî û deshilata ser pergal û sîstema banka cîhanî hene.

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku civaka îroyîn a cîhanê li ser vê yekê fikir dike ku gelo bifermî naskirina deshilata Amerîka ser pergala bankî ya cîhanê pêwîst e an divê ku ev rewş were guhertin û em di vî warî de dibînin ku gavên girîng tên rakirin.

Zerîf derbarê vê pirsê ku Îranê bona despêkirina dubare a pêwendiyan bi Erebistanê re çi gav rakirine got: Tehran ji bo hevkariyê bi Riyazê re amade ye.

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê  desnîşan kir ku rayedarên Siûdî pirtir li lidarxistina şerê li dijî Îranê bi hevrêtiya Amerîkayê difikirin da ku ji vê rewşê bigihêjin hin hedef û berjiwendiyên xwe û got: Ji Siûdiyan re pir baş e ku dewsa hevkariya bi Amerîka û siyonîstan ji xewê hişyar bibin û bi wan kesan re muzakire bikin ku hertim li navçê li cem wan in.

Zerîf di bersiva pirsa Sputnîkê de ya derbarê hewldanên Amerîkayê ji bo dirêjkirina ambargoyên çek û sîlahan yên li dijî Îranê  got: Amerîka di wê cî û şûnê de nîne ku derbarê Peymana Navokî biryarê bide.

Serepeyv