Tîrmeh 22, 2020 16:50 Asia/Tehran
  • Heta îro 22ê Tîrmehê; Zêde ji 245 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 281 hezar û 413 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 244 hezar û 840 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2586 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 281 hezar û 413 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 219 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 14 hezar û 853 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 15 miliyon û 120 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 620 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 9 miliyon û 135 kes jî baş bûne.

 

Serepeyv