Hevdîtina wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê û tekezkirina ser rawestana li ber yekalîxwaziya Amerîkayê
Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê li ser rawestana li ber yekalîxwaziya Amerîkayê û kiryarên xirabkarane ên vî welatî pêgîrî kirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li hevdîtina wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê sipasî û qedirzaniya helwêstên bi hêz ên Rûsya û Çînê li ber zêdexwaziyên Amerîkayê kir û got: Dengên na yên Rûsya û Çînê bo biryarnama Konseya Hukimdaran a Rêxistina Enerjiya Atomê ya Navneteweyî û dijberiya cidî ya Moskow û Pîkenê li hemberî hewldanên Amerîkayê ji bo dirêjkirina ambargoya çek û sîlahan a li dijî Îranê li Konseya Ewlekariya NY, nîşana pêwendiyên qahêm navbera Îran, Rûsya û Çînê ye û ji aliyê din ve nîşana rawestana li ber yekalîxwaziya Amerîkayê ye.
Zerîf herwiha got: Pêwendiya berdewam navbera rayedarên dercebilind ên Îran û Rûsyayê û hevgirtina wan di warê guhertinên navneteweyî nîşana pêwendiyên kûr yên Tehran-Moskowê ye.
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî li vê hevdîtinê got: Kar û kiryarên yekalî yên Amerîkayê di qada navneteweyî de, derketina neqnûnî ji Peymanaq Navokî û hewldana Waşîngtonê ji bo dirêjkirina ambargoya çek û sîlahan li dijî Îranê ji aliyê Rûsyayê qet nayên pejirandin.
Lavrov Peymana Navokî belgeyek bi hitbar da zanîn ku biryarnama 2231 ya Konseya Ewlekariya Navneteweyî cihanîna wê pêwîst kir.
Lavrov got: Divê Peymana Navokî ji aliyê welatên din ênmayî di vê peymanê de divê were parastin û Rûsya li ber kar û kiryareke Amerîkayê ji bo têkbirina vê peymanê radiweste.
Lavrov herwiha bal kişand ser hevkariya Îran û Rûsyayê li Sûriyê û lidarxistina civînên sê alî yên mecazî ji aliyê serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê û got: Serokomarên Îran û Rûsyayê li gotûbêja telefonî ya vê dawiyê li ser parstin û berfirekirina hevkarî û pêwendiyên du welatan li gişt mijaran pêgîrî kirin.