Tîrmeh 21, 2020 21:37 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Viyana Îran û Iraqê jordabirina pêwendiyên ticarî navbera du welatan heya 20 Milyard dolaran e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li press konferansa hevpar bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re got: Tehran û Bexdayê biryara micid dane ku hevkarî û danûstandinên xwe yên ticarî zêde û berfire bikin û wan bigihînin 20 ,ilyard dolaran.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro berêvarê li  civîna çapemeniyê ya ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî têde beşdar bû li Tehranê got: Sefera serokwezîrê Iraqê ya Tehranê wê bibe xala werçerxan di warê zêde û berfirekirina pêwendiyên du welatan wek du welatên cînar, bira û heval.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku Tehran dikare pêwîstiyên Bexdayê di warê tendirustî û dewa û dermanan dabîn bike û got: Îran dewlet û netewê Iraqê dilniya dike ku bi gişt karîn û îmkanên xwe di warê pêwîstî û kelûpelên tendirustî û dermanî li kêleka netewê Iraqê ye.

Ruhanî herwiha du qehreman û şejhîdên mezin ên warê ceng û şerê li dij terorê anku şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî û şehîd Ebûmehdî El-Muhendis bi hurmet û rêz bi bîr anîn û got: Îran her wek salên berê ku li kêleka netew, dewlet û artêşa Iraqê li ber DAIŞê sekinî û ew şikand ji vê şûnda jî amade ye wê li kêleka netewê Iraqê ji bo ewlehî û îstiqrara vî welatî û navçê bixebite.

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî  jî hedefa herî girîng a sefera xwe ya Tehranê bi hêz û qahêmkirina pêwendiyên du welatan da zanîn û got: Pêwendiyên Iraq û Îranê ne ji ber cînartiya wan a jeogerafî û hevsînoriya wan e, belkî jêder û koka van pêwendiyan vedigere ser pêwendiyên dîrokî, çandî û olî yên kûr navbera wan.

Kazimî got: Îran û Iraq li şerê li dijî terorîsmê û komên tekfîrî  li kêleka hevdu bûn  û Îran  wek welatekî yekem bû ku di vê rêkê de xwe da kêleka netewê Iraqê, vêca iraqî ti caran vê alîkariya Îranê ji bîr nakin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî herwiha got Iraq ti caran nahêle ku ji nav axa Iraqê ewlehiya Îranê bikeve ber gef û talukê û Iraq her wek berê ji bo ku Îran ji pirsgirêkên aborî derbas bibe li kêleka vî welatî ye.

Serepeyv