Tîrmeh 21, 2020 21:05 Asia/Tehran
  • Ruhanî û El-Kazimî: Hakimiyet û ewlehiya neteweyî ya Îran û Iraqê bi hev re girê daye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku pêwendiyên Tehran û Bexdayê joratir ji pêwendiyên du welatên cînar e û desnîşan kir ku serwerî û ewlehiya neteweyî ya Îran û Iraqê ji hevcida nîne û li hevdu girêdayî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro berêvarê li hevdîtina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Tehranê, qebûlkirina posta serokwezîriya Iraqê ji aliyê Kazimî di rewşa dijwar û taybet a vî welatî de nîşana kûratiya yeketî û biratiyê di civaka Iraqê de da zanîn û got: bi endîşebûna du netewan û dewletên Îran û Iraqê derheq çarenivîsa hevdu û hevduhezkirina wan sermayeke mezin e di riya pêşketin û geşepêdana pêwendiyên van du welatan di her warî de.

Ruhanî got: Îran û Iraqji babeta çandî, olî, dîrokî û siyasî ve xwediyê hevbeşiyên zav in û navendên zanistên olî yên Qom û Necefê du sermayên mezin ji bo Îran û Iraqê tên hesabê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku Îran û Iraq dikarin bi hevkariyê ji vê rewşa dijwar û sosret ku vîrusa Koronayê ji me re çê kiriye derbas bibin û du welat divê ku bi hevkarîiya berfire di her warekî delihevkirinên navbera xwe zûka bikemlînin û bêxin meriyetê.

Ruhanî parastina yekperçetiya axa Iraqê û ewlehiya wê wek cînarekî girîng û stratejîk ê Îranê pir hêja û girîng nirxand û got: Bê şik hêzên biyanî nikarin cidatiyê bêxin van pêwendiyê bi biratî yên du cînarên kevn û nikarin ziyan bigihîn wan pêwendiyan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tehran bi cidî û bi hêz piştgiriya rola Iraqê wek welatekî bi hêz ê misilman û erebî li navçê digire ji bo dabînkirina ewlehî û aştiyê li navçê de.

Serokwezîrê Iraqê jî di vê hevdîtinê de pêwendiyên Iraq û Îranê joratir ji pêwendiyên normal ên du cînaran da zanîn û got:Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê pêwendiyên stratejîk bi hev re hene ku hevduhezkirina du netewan palpiştiyeke qahêm û îstem e ji bo pêwendiyê stratejîke wan.

Ruhan û Kazimî di muzakireyên xwe de li hev kirin ku bila komîteyeke hevpar ji bo şopandin û lezgînkirina cihanîna lihevkirinên du welatan pêk were û hewldanên xwe bi zûtî bide despêkirin.

Serepeyv