Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 242 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku heya niha zêde ji 278 hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketine û 242 hezar û 351 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro sêşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 625 kesên din pozetîv derketiye ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 278 hezar û 827 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 229 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 14 hezar û 634 kesan.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye 14 milyon û 880 hezar kesî ku ji wan herî kêm 613 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û derdra 8 milyon û 935 hezar kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.