Tîrmeh 21, 2020 10:31 Asia/Tehran
  • Zerîf diçe Rûsyayê

Sefîrê Îranê li Moskowê diyar kir ku wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ji bo gotûbêja bi rayedarên rûs re îro sefera Moskowê paytexta Rûsyayê dike.

Sefîrê Îranê li Moskowê  Kazim Celalî di peyama xwe ya ser Twitterê de diyar kir ku Zerîf îro sêşemê sefera Rûsyayê dike û di vê seferî de peyama serokomarê Îranê Hesen Ruhanî pêşkêşî serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Putîn dike.

Celalî herwiha got ku Zerîf li sefera xwe ya Moskowê bi wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re ser  Peymana Navokî û guhertin û geşepêdanên herî dawiyê yên navçê û pirs û meselên dualî wê gotûbêjê bike.

Sefîrê Îranê yê li Rûsyayê diyar kir ku bi saya hewldan û têkoşana rayedarên derecebilind ên du welatan  pêwendî û hevkariyên Tehran-Moskowê di çarçova berjiwendiyên netewên du welatan û dabînkirina ewlehiya navçê û navneteweyî de her diçe zêde û berfire dibin.

Zerîf roja 16 Hezîrana 2020 sefera Tirkiye û Rûsyayê kir û bi rayedarên van du welatan re ser rewşa navçê û cîhanê gotûbêj kir.

Serepeyv