Tîrmeh 20, 2020 14:51 Asia/Tehran
  •   Heta îro 20ê Tîrmehê; Zêde ji 240 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 276 hezar û 202 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 240 hezar û 87 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2414 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 276 hezar û 202 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 217 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 14 hezar û 405 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 14 miliyon û 665 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 610 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 8 miliyon û 750 kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv