Tîrmeh 20, 2020 09:07 Asia/Tehran
  • Sîxûrê SIA û MUSADê hat darvekirin

Hikmê darvekirina sîxûrê SIA û Mossad'ê cih hat.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mehmûd Mûsewî Mecd ku bi sûcê hevkariya digel Rêxistina Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) û Rêxistina Sîxûriya Rêjîma Siyonîst (Mossad) mehkûmî darvekirinê hatibû kirin, sibeha îro Duşemiyê hat darvekirin.

Vî sîxûrî di berdêla wergirtina dolarên Amerîkayê di warên cûrbecûr ên ewlehiyê nemaze di warê hêzên çekdar ên Îranê, Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û cihê mayîna serdar Sipehbud şehîd Qasim Silêmanî lêzanîn kom kiribûn û danîbûn ber destê wan ku hat darizandin û bi hikmê Dadgeha Înqilabê biryara Darvekirinê li wî hat birrîn.

Ew Cotmeha 2018an hat girtin û Baska 15 ya Dadgeha Înqilaba Îslamî tawanên girêdayî bi wî hilkolandin û roja 25ê Tebaxa 2019an hikmê Darvekirinê li wî birî.

Ev biryar piştî derbaskirina pêvajoyên qanûnî di Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê jî hat erêkirin.

 

Serepeyv