Tîrmeh 19, 2020 15:17 Asia/Tehran
  • Heta îro 19ê Tîrmehê; Zêde ji 238 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 273 hezar û 788 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 237 hezar û 788 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2182 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 273 hezar û 788 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 209 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 14 hezar û 188 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 14 miliyon û 450 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 605 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 8 miliyon û 635 kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv