Tîrmeh 18, 2020 14:47 Asia/Tehran
  • Heta îro 18ê Tîrmehê; Zêde ji 235 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 271 hezar û 606 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 235 hezar û 300 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2166 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 271 hezar û 606 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 188 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 13 hezar û 979 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 14 miliyon û 200 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 600 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 8 miliyon û 485 kes jî baş bûne.

 

 

 

 

Serepeyv