Tîrmeh 18, 2020 13:48 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îranê pênc dermanên bibandor li ser Koronayê bi dest xistine

Serokê Komara Îslamî ya Îranê qala bidestxistina pênc dermanên bibandor li ser Koronayê ji aliyê Wezareta Tendurustiyê û Kompaniyên Zanistbingeh ên Îranê va kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Nexweşiya Koronayê da got: Ji hêla dermanên ku dikarin di dermankirina nexweşiya Koronayê da bibandor bin, karekî pirr baş li welêt pêk hatiye û di vî halî da dermanek di hefteyên pêşber da dê were raberkirin.

Rûhanî her wiha amaje bi dewama hewildanan jibo berhemanîna petromeyê (vaksena) li Îranê, hêvîdarî kir ku hewildana lêkoleran di vî warî da jî bigihêje destketine baş.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da tevî sipasiya ji kadroya dermanî ya welêt, got: Parastina tendurustî, moral û aramiya hêzên însanî di bereya berevaniya tendurustiyê da pêwîst e.

Serepeyv