Tîrmeh 17, 2020 20:41 Asia/Tehran
  • Îranê cinayeta nû ya Hevpeymaniya Siûdî li Yemenê Şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê cinayeta nû ya Hevpeymaniya Siûdî ya hedefgirtina merasima dawetê li bajarên El-Hece û El-Cewfa Yemenê ku bû sedema kuştî û birîndarbûna zêde ji 25 kesên bêguneh ji wan jin û zarokan bi tundî Şermezar kir.

Îro înê navenda dîplomasiya gelêrî û medyayê ya wezareta derve ya Îranê, Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî hevderdiya dewlet û netewê Îranê tev malbat û kes û karên goriyên cinayeta siûdî ya li bakurê Yemenê diyar kir û got: Heyf û mixabin cinayetên cengê yên ku hêzên Hevpeymaniya Siûdî li Yemenê berdewam dikin di bin sîbera û sitara bêdengî û xemsariya civaka cîhanî cih tê.

Mûsewî ji civaka cîhanî û Mafê Mirovan ya cîhanê xwest bi her awayekî rê li ber berdewamiya cinayetên wiha li Yemenê bigirin.

 Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir: Welatn ku çek û sîlah û bombeyên pêşketî didin ber destê Hevpeymaniya Siûdî da ku jin û zarokên Yemenê bikujin , bi xwe şirîk û hevparê cinayetên vê hevpeymaniyê neû divê ku ew li vê barê de bersivê bidin civaka cîhanî.

Mûsewî her wiha got: Heyf vê dawiyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) di bin zextên siyasî yên  Amerîkayê û bi tamakariya dolarên neftê yên Siûdî de navê Erebistana Siûdî ji nav lîsteya rejîmên zarokkuj derxist.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  ji NY xwest ku bila hewlên xwe ji bo girtina cinayetên Hevpeymaniya Siûdî li Yemenê zêde bike û ji bo parastina canê sivîlan bi taybet jin û zarokan gavên pratîk bavêje.

Serepeyv