Heta îro 16ê Tîrmehê; Zêde ji 230 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 267 hezar û 61 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 230 hezar û 608 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2500 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 267 hezar û 61 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 198 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 13 hezar û 608 kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 13 miliyon û 700 hezar kesî.
Ji vê hejmarê 578 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 8 miliyon û 172 kes jî baş bûne.