Tîrmeh 15, 2020 22:49 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Nêzîkî 228 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku zêde ji 2 hezar û 380 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine û nêzîkî 220 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro çarşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 388 kesên din  pozetîv derketiye ku ji wan hezar û 775 nexweşiya Koronayê di nexweşxanan de hatine razandin û yên din piştî tedawiyê, pêwîst nekir ku li nexweşxanan de bimînin.

Dr. Larî got: Li Îranê li ser hev ji despêkê heya vê demê 264 hezar û 561 kes bi Koronayê ketine û di mideha 24 saetên dawiyê de jî 199 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 13 hezar û 410 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê dibêje ku heya niha 227 hezar û 561 kes jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 13 milyon û 500 hezar kesî derbas bûne ku ji wan nêzîkî 581 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 7 milyon û 875 hezar kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv