Tîrmeh 14, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • Heta îro 14ê Tîrmehê; Zêde ji 225 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 262 hezar û 173 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 225 hezar û 270 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2521 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 262 hezar û 173 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 179 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 13 hezar û 211 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 13 miliyon û 260 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 576 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 7 miliyon û 727 kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv