Tîrmeh 13, 2020 17:22 Asia/Tehran
  •  Heta îro 13ê Tîrmehê; Zêde ji 222 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 259 hezar û 652 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 222 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2349 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 259 hezar û 652 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 203 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 13 hezar û 32 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 13 miliyon û 41 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 571 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 7 miliyon û 558 kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv