Tîrmeh 11, 2020 13:34 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Îranî hertim aştîxwaz in

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Cîgeha ti welatekî li cîhanê di pêkanîna aştî û piştevaniya ji wê nikare bi rola Komara Îslamî ya Îranê ra were qiyaskirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê êvara Îniyê li Isfehanê li navenda Îranê got: Îranî hertim di dirêjahiya dîrokê da aştîxwaz bûn û mînaka wê liv û tevger û baweriyên Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê şehîd ê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ku di dawîn memûriyeta xwe jibo aştîya li navçeyê çûbû Bexdayê dikare were dîtin.

Mûsewî tevî amajeya bi kiryarên Îranê jibo pêkanîna dostî û aştiyê li cîhanê got: Alîkariyên Îranê bo Efganistanê jibo damezirandina dewletêû bo Iraqê jibo pêkanîna aştiyê û piştevaniya ji gotûbêja sûrî-sûrî, gişt nîşana aştîxwaziya Îraniyan in.Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir:

Li gorî gişt helahelayên dijî Îranê, gel, hêzên çekdar û dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê daxwaza aştiya mayînde dikin.

Serepeyv