Hilbijartina serokomarîya Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê jî destpê dibe
Hevgavê lidarxistina 12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê li seranserî welêt, dengwergirtina di çarçova vê hilbijartinê yê li Herêma Kurdistana Iraqê jî pêk bê.
Li gorî rapora nûçegihanê me ji Hewlêrê, hevgavê lidarxistina danzdehemîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê li seranserî Îranê, dengwergirtina ji îranîyên li Herêma Kurdistana Iraqê jî yê pêk were.
Li gorî ragihandina konsulxanên Komara Islamî ya Îranê li Hewlêr û Silêmanîyê, sandiqên dengwergirtinê jibo danzdehemîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê yê li van derana bên danînê:
Parêzgeha Hewlêrê: 1- Konsulxana Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê,2- Binslawe: medresa Elvendê, 3- Soran: rex qayimeqamtîyê,4- sandiqa gerrok
Parêzgeha Silêmanî: 1- Konsulxana Komara Islamî ya Îranê, 2- sandiqa gerrok li Helebce, Germîyan, Kelar, Ranîye, Seyîd Sadiq û Pêncwînê.
Îranîyên li Herêma Kurdistana Iraqê dikarin bi hilgirtina nasname, karta netewî û yan pasporta xwe, ji siet 8`ê serê sibeya roja înî 19`ê Gulanê va herin cihên hanê û di çarçova danzdehemîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê da dengê xwe bidin.