Wêdaçûna Qalîbaf ji hilbijartinên serokomarîya Îranê jibo piştgirîya ji Reyîsî
Mihemed Baqir Qalîbaf berbijarê danzdehemîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê bi daxûyanîyekê ji hemî hogirên xwe xwest ku gişk potansîyel û piştgirîya xwe jibo serketina Ibrahîm Reyîsî Sadat berbijarê din ê hilbijartinên serokomarîya Îranê bikar bînin.
Mihemed Baqir Qalîbaf îro bi daxûyanîyekê ragihand: Divê bi merema tifaqê li bereya inqilabê, biryareke bingehîn û giran bê dayînê, lewma jibo parastina vê armanca mezin, ez ji hemî piştgirên xwe li seranserî Îranê dixwazim ku hemî potansîyel û piştgirîya xwe jibo serketina Ibrahîm Reyîsî Sadat û pêkhatina dewleta `` kar û rûmetê`` jibo zixmetguzarîya bo gel bikar bînin.
Ji hêla din va Mistefa Haşimîteba berbijarê din ê 12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê jî îro bi daxûyanîyekê tevî ragihandina piştgirîya ji Hesen Rûhanî berbijarê hilbijartinên serokomarîya Îranê, dîyar kir: Di çarçova dewama hereketa avakir a dewleta niha min dil heye dengê xwe bidim Hesen Rûhanî.
12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê yê roja înîya tê 19`ê Gulanê were lidarxistin.