Hezîran 22, 2016 08:46 Asia/Tehran
  • Girtina têrorîstên tekfîrî li Têhranê

Bi dû girtina hejmareke têrorîstên tekfîrî li Têhranê û çend parêzgehên Îranê wezîrê lêzanîn û ewlehiya Îranê beşeke lêzanînê li bara girtina kesên hanê ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seyid Mehmûd Elewî duh êvarê li koma nûçegihanan got: Zincîreopêrasyona girtina têrorîstan ji 14`ê Hezîranê va destpê bû û derbên herî dawiyê yên lêzanînê di 20`ê Hezîranê da li vê koma têrorîst ketin û 10 têrorîst li Têhranê û 3 parêzgehên navendî û sînorî yên Îranê hatin girtinê û niha lêpirsîn û pêvajoya şopandina lêzanîn û opêrasyonê li nav û derveyî welêt didome.

Elewî her wiha got: Opêrasyona ku têrorîstan plana wê darêştibûn, bombdanîn û teqandina ji riya dûr ve, opêrasyona xwekujiyê, teqandina maşîna bombebarkirî li navendên qerebalix digirtin ber xwe ku bi saya hişyariya wezareta lêzanîn û ewlehiyê serê xwe negirt.

Wezîrê lêzanîn û ewlehiya Îranê her wiha got: Têrorîstan 50 armancên teqandinê nas kiribûn û madeyên teqandinê jibo hin armancan jî amade kiribûn û jibo hinek ciyan jî amadekarî dikirin.

Elewî bal kişande ser viya ku heta niha 100 KG madeyên amade jibo teqandinê û pêkhateyên pêwîst jibo amadekirina wan hatine zevtkirinê û got: Bi saya pêngavên nihênî yên lêzanînê pêşiya radestkirina 2 Ton ji van madeyana bo têrorîstan hatiye girtinê.

Wezareta lêzanîn û ewlehiya Komara Islamiya Îranê roja duşemê bi daxûyaniyekê ragihand ku çend opêrasyonên bombedanînê û yek ji komployên herî mezin ên têrorîstî ku komên tekfîrî li Têhranê û çend wilayetên din amadekariya wan dikirin, pûç kirin.

 

Serepeyv