Mijdar 08, 2025 14:54 Asia/Tehran
  • Şeva Notan ji bo Îranê

Pênc stranbêjên ciwan ên Pop digel Orkêstira Semfonîk a Tehranê li merasima 'Şeva notan ji bo Îranê hin parçe mûzîk bi nîşana pesindana nîştimanê pêşkêş kirin.

Rêûrisma Şanoya Şeva Îranê bi amadebûna bicoş a gel û pêşkêşkirina pênc stranbêjê ciwan ên mûzîka pop a welêt, li Meydana Înqilabê ya Tehranê hat lidarxistin.

Di vê bernameyê da, Mêysem Îbrahîmî, Perwaz Homay, Hamid Homayûn, Gerşa Rezayî û Mistefa Raxib bi hevrêtiya Orkêstira Semfonîk a Tehranê hin parçe mûzîk di warê pesinandina nîştimanê û evîndariya her heqê Îranê pêşkêş kirin.

Di heyama bernameyê da, hin stran bi mijara Îran û hêviya li pêşerojeke geş ji bo welêt hatin pêşkêşkirin ku tûşî pêşwaziya berfireh a beşdaran bû.

Di beşeke vê bernameyê da, Peykra têkdana 'Valêriyen' ji aliyê îraniyan û Şapûrê Duyem va, hat nimandin.

 

Serepeyv