Meytê 'Mihemed Kasibî' hunermendê pêşeng ê sînema û televîzyonê hat birêkirin
Cotmeh 14, 2025 09:50 Asia/Tehran
Rêûrisma birêkirina meytê Mihemed Kasibî hunermendê pêşeng ê sînema û televîzyona Îranê hat lidarxistin.
Rêûrisma birêkirina meytê Mihemed Kasibî hunermendê pêşeng ê sînema, şano û televîzyona Îranê îro Sêşemî, 14ê Cotmeha 2025an, bi amadebûna komeke ji xelkê, hunermend û rêveberên sînemayê li Navenda çandî ya Bazineya Hunerî ya Şoreşa Îslamî li Tehranê hat lidarxistin.
Rêzefîlmên Xweş-rikab, Sahîbdilan û 'Baş, nebaş, kirêt' hin berhemên televîzyonî bûn ku vî hunermendî tê da rol girtibû.