Duhok bû qaremanê pêşbirkên yaneyên erebî ên derdora Kendava Farsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i354259-duhok_bû_qaremanê_pêşbirkên_yaneyên_erebî_ên_derdora_kendava_farsê
Di pêşbirkên vgerê yên Lîga yaneyên Ereb ên derdora Kendava Farsê, Dihokê 1-0 ji tîma Qadsiya Kuweytê bir û bo cara yekemîn bû qareman.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Nîsan 16, 2025 17:11 Asia/Tehran

Di pêşbirkên vgerê yên Lîga yaneyên Ereb ên derdora Kendava Farsê, Dihokê 1-0 ji tîma Qadsiya Kuweytê bir û bo cara yekemîn bû qareman.

 Pêşbirka vegerê  ya duh êvarê li yarîgeha Dihokê bi amadebûna zêdetirî 25 hezar temaşevanan hat lidarxistin.

 Golên Dihokê, Siyabend Egid û Marlon dos Santosî  xelkê Birazîlê lêxistin û Îsmaîl Xafî jî ji Qadsiya re golek lêxist.

Duhok  bo yekem car li derveyî Iraqê dibe qareman û lîga  qaremaniyê ya  Kendava Farsê îsal bo yekem car piştî navbireke 10 salî, bi beşdariya 8 klûban dest pê kir.

Pêşbirka ewilî li Kuweytê hat lîstin û her du tîm 0-0 wekhev bûn

Pêşbirkên 25-2024 dewra 31 emîn ya pêşbirkên herêmî bû û formek nû destnîşan kir ku bo yekem car di van yaneyên Iraq û Yemenê amade bûn.

Tîmên Behrêyn, Iraq, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat û Yemenê beşdarî van pêşbirkan bûn.