Yekemîn mîdala cîhanî ya valîbola perravê ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i350927-yekemîn_mîdala_cîhanî_ya_valîbola_perravê_ya_Îranê
îma volîbola perravê ya bin 19 salan a Îranê li pêşbirka rêzbendiyê ya Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê li hemberî Meksîkayê bi ser ket û mîdala Tûnc a van pêşbirkan bi dest xist.
(last modified 2024-09-01T12:04:19+00:00 )
Îlon 01, 2024 15:30 Asia/Tehran
  • Yekemîn mîdala cîhanî ya valîbola perravê ya Îranê

îma volîbola perravê ya bin 19 salan a Îranê li pêşbirka rêzbendiyê ya Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê li hemberî Meksîkayê bi ser ket û mîdala Tûnc a van pêşbirkan bi dest xist.

Tîma netewî ya volîbolê ya bin 19 salan a Îranê di qonaxa berayî de li tîmên Amerîka, Awustralya û Taylandê birû rasterast wek tîma yekê ya komê derbasî qonaxa 16 tîmên dawiyê bû.

Endamên tîma volîbola peravê ya Îranê di qonaxa 16 tîmên dawiyê de li Şîliyê birin û di qonaxa 8 tîmên dawîn da karîn li Poloniyayê bibin. 

Lîstikvanên Tîma neteweyî ya Îranê li pêşbirka berî fînalê derda Lêtonyayê û di dawiyê de bi serkeftina li hember Meksîkayê mîdala Tûnc a Pêşbirkên Qaremaniya di bin 19 salan da a cîhanê bi dest xistin.

Eva yekem car e ku volîbalîstên Îranê di Pêşbirkên Qaremaniya cîhanê de karîne mîdalekê bi dest bixin û bi bidestxistina vê mîdala tûncê ketin dîrokê.