Perestû'ya Îranê xelata Berxwedanê ya Festîvala Tûnisê wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i347945-perestû'ya_Îranê_xelata_berxwedanê_ya_festîvala_tûnisê_wergirt
Şanoya îranî ya Perestû'yê (Meqesok) xelata taybet a Desteya Dadwerên Beşa Berxwedanê ya Dora 6an a Festîvala Navneteweyî ya Monodram-Kartajê ya Tûnisê bi dest xist.
(last modified 2024-05-02T17:14:13+00:00 )
May 02, 2024 20:32 Asia/Tehran
  •  Perestû'ya Îranê xelata Berxwedanê ya Festîvala Tûnisê wergirt

Şanoya îranî ya Perestû'yê (Meqesok) xelata taybet a Desteya Dadwerên Beşa Berxwedanê ya Dora 6an a Festîvala Navneteweyî ya Monodram-Kartajê ya Tûnisê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA'yê, Şanoya nav kolanê ya Perestû'yê ji Îranê bi derhêneriya Şîma Pûr-Sehmeddîn di Dora 6an a Festîvala Navneteweyî ya Monodram-Kartajê ya Tûnisê da çû ser dikê.

Ev şanoya nav kolanê bi nivîskariya Mesûd Ehmedî û lîstikvaniya Şîma Pûr-Sehmeddîn bi cih hat.

Perestû çîroka jineke pêgiran e ku bi pitika nav zikê xwe bi tenê ketiye meydana şêrr û bi destên vala hewl dide bireve; navê wê Perestû ye ku wateya koç û koçberiyê dide.

Dora 6an a Festîvala Navneteweyî ya Monodram-Kartajê ya Tûnisê ji 27ê Nîsanê heta 1ê Gulanê li welatê Tûnisê di du beşên nav-kolanî û ser dikê da hat lidarxistin.