Adar 05, 2024 19:27 Asia/Tehran
  • Cemîl Ehmedî Nosûdî hunermendê Hewramanî yê navdar koça dawî kir

Mamosta Cemîl Ehmedî Nosûdî ji mamosteyên nasyar ên awazên Hewramî emrê Xwedê kir.

Li gorî nûçeya Kurd Press'ê, Mamosta Cemîl Ehmedî Nosûdî hunermendê hezkirî yê Hewramî êvara Duşemiyê, 4ê Adara 2024an ji ber nexweşiyê emrê Xwedê kir.

Ew ji çend kesayetiyên hevçrx ên Siyaçemaneyê bû û bi dehan berhemên mayînde di warê awazên Hewramî da ji wî bi cih mane.

Ji mamosta Cemîl Ehmedî her wiha bi dehan berhemên jibîrnebûyî û xweşik bi hevkariya Mamosta Osman Hwramî, Mamosta Muhemed-Hisên Keymene û hunermendên din ji bo hunerdostan bi cih mane.

 

Serepeyv