Kanûn 04, 2023 18:30 Asia/Tehran
  •   Nûbuharê li ser  jiyana Şêx Evdirehîm ‘Şêxê Biçûk, Şêrê Çiyayên Pîranê’ pirtûkek derxist

Pirtûka ku ji 224 rûpelan pêk tê ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

 

Şêxê Biçûk, Şêrê Çiyayên Pîranê”  ku nivîskar Mihemed Seîd Temel a li ser jiyana birayê Şêx Seîd ê biçûk Şêx Evdirehîm ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Nivîskar Mihemed Seîd Temel bi taybetî li herêma Pîran û Bismilê li cihên ku Şêx Evdirehîm xebata xwe ya azadiyê meşandiye 3 salan li pey zanyariyan geriya û ew pirtûk nivîsand.

Nivîskar Mihemed Seîd Temel li ser pirtûka xwe wiha got:

“Ez ji bo nivîsandina vê pirtûkê 3 salan xebitîm. Ez berî ku wefat bike bi kurê Şêx Evdirehîm, Şêx Fewzî re axivîm.

Ez bi neviyê wî yê li Amedê re jî axivîm. Min di vê pirtûkê de jiyan, şerê gerîlatiyê û tekoşîna Şêx Evdirehîm nivîsiye.”

 

Serepeyv