Festîvala Helbesta Kurdî li Almanyayê bi rê ve çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i344388-festîvala_helbesta_kurdî_li_almanyayê_bi_rê_ve_çû
Festîvala Helbesta Kurdî  li bajarê Essenê yê Almanyayê hat lidarxistin.
(last modified 2023-10-25T09:49:56+00:00 )
Çirî 25, 2023 13:16 Asia/Tehran
  • Festîvala Helbesta Kurdî li Almanyayê bi rê ve çû

Festîvala Helbesta Kurdî  li bajarê Essenê yê Almanyayê hat lidarxistin.

 

Komîteya Çandê ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd a Sûriyeyê, li binkeya Komeleya Hêlîn a li bajarê Essenê, Festîvala Helbesta Kurdî rêk xist.

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, vê ahengê li dar dixe. Îsal hunerhez û helbestdost bi giştî pir bûn. Helbestvanên kurd jî pir bûn. Ev derfeteke pîroz e ku helbestvan li hev guhdarî dikin. Di heman demê de derfet e ku her salê carekê helbestvan hevdu li vî cihî dibînin.

Tê gotin  24 helbestvan di wê festîvalê de beşdar bûn.

 Helbestvanan , helbestên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş kirin. Berhemên helbestvanên beşdarbûyî jî dê têkevin pirtûkekê.