Pirtûka ‘Lalezar’ a Mela Husnî Hezîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i344136-pirtûka_lalezar’_a_mela_husnî_hezîn
Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye.
(last modified 2023-10-13T02:07:58+00:00 )
Çirî 13, 2023 05:30 Asia/Tehran
  • Pirtûka ‘Lalezar’  a Mela Husnî Hezîn

Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye.

Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh kirine. Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret, herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş. Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên Kurdan li wan gotinên pêşiyan nihêriye û ew nirxandine.

Hûnê bi vê kitêbê, bikevin alema nepen û efsûnî ya gotinên pêşiyan. Her yek ji wan gotinan, di xwe de şopa bi sedan salan dihewîne. Gava hûn vê kitêbê bixwînin, hûnê bibînin ku ji qelema Mela Husnî deng û awazên hîkemî tê guhê we û dilopên îrfanî diniqute dilê we.