Îlon 17, 2023 09:53 Asia/Tehran
  • Guleşta Azad a Qaremaniya Cîhanê; 3 guleştgirên îranî derbasî fînalê bûn

Sê guleştgirên Tîma Neteweyî ya Îranê derbasî fînala Pêşbirkên Guleşta Azad a Qaremaniya Cîhanê bûn.

Pêşbirkên Guleşta Azad a Qaremaniya Cîhanê yên sala 2023an wek yekem qonaxa bijartinê ya Olempîka Parîsê ji 16b heta 19ê Îlonê li Bêlgrada Sirbistanê didomin.

Ev pêşbirk roja Şemiyê li giraniyên 61, 70, 86 û 125 Kîlogram da li salûna Eştark Arêna ya bajarê Bêlgradê dest pê bûn.

Di rikeberiyên roja yekem a Pêşbirkên Guleşta Azad a Qaremaniya Cîhanê da Emîr-Muhemed Yezdanî di 70, Hesen Yezdanî di 86 û Emîr-Husên Zarê di 125 kîlogram da di qonaxa nîvfînalê çûn meydanê û her sê derbasî fînalê bûn.

Hesen Yezdanî destpêk ji hevriokê australyayî û piştra ji hevrikê xwe yê mixolistanî bir.

Emîr-Muhemed Yezdanî dora yekem ji hevrikê xwe yê polonyayî û dora duyem ji hevrikê xwe yê ji Komara Azerbaycanê bir.

Emîr-Husên Zarê jî destpêkê jin hevrikê belarûsî û dora sêyem ji hevrikekî ji Portorîkoyê bir.

 

Serepeyv