Tîrmeh 24, 2023 14:57 Asia/Tehran
  • Snûkerbazê îranî di Pêşbirkên Qaremaniyê yên Konfederasyona Cîhanî ya Werzîşên Bîlîyardî (WCBS) da bû qareman

Snûkerbazê îranî di çarçova Tîma Asyayê da bû qaremanê Pêşbirkên Qaremaniyê yên Konfederasyona Cîhanî ya Werzîşên Bîlîyardî (WCBS).

Dora yekem a Pêşbirkên Qaremaniyê yên Konfederasyona Cîhanî ya Werzîşên Bîlîyardî (WCBS) ji 17 heta 23ê Tîrmehê li Enqereya paytexta Tirkiyê hat lidarxistin û di dawiya van pêşbirkan da Emîr Serxoş ji Îranê di çarçova Tîma Asyayê da bû qareman.

Serxoş wek endamê bi ezmûn û nasyar ê Tîma Neteweyî ya Snûkera Îranê ku di çend doran da bûye qaremanê Asyayê û li cîhanê bûye duyem, ji aliyê Konferersyona Werzîşêîn Bîlîyardî ya Asyayê va pişk û para beşdariya di van pêşbirkan da bi dest xistibû.

Tîma Asyayê di van pêşbirkan da ji tîmên Afrîqa û Amerîkayê bir û di pêşbirka dawiyê da karî Ewropayê tûşî şikestê bîne û bibe qaremana Pêşbirkên Qaremaniyê yên Konfederasyona Cîhanî ya Werzîşên Bîlîyardî (WCBS).

 

Serepeyv