Tîrmeh 22, 2023 15:40 Asia/Tehran
  • Helbestvan û nivîskarê Kurd Mehmûd Sebrî koça dawî kir

Helbestvan û nivîskarê Kurd Mehmûd Mela Sebrî ku wek “Evîndarê Xemgîn” dihat naskirin, li bajarê Hesekê koça dawî kir.

 

Li gor zanyariyan, ew hunermend û nivîskarê Kurd roja Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023yan, di 87 saliya xwe de li bajarê Hesekê koça dawî kir.

Mehmûd Sebrî, bi zimanê Kurdî dinivîsand û gelek berhemên wî di warên helbest û lêkolînan de hene.

Helbestvan û nivîskarê Kurd, Mehmûd Sebrî sala 1937an li gundê Çetela Kîkan ê ser bi navçeya Dirbêsiyê ya Cizîrê li Kurdistan Sûriyê ji dayik bû.

 

Serepeyv