Tîma Volîbola Xortan a Îranê ji tîma Amerîkayê bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i342272-tîma_volîbola_xortan_a_Îranê_ji_tîma_amerîkayê_bir
Tîma Volîbola Xortan a Îranê di yekem pêşbirka xwe ya tûrneminta çarqolî ya Bulxaristanê karî ji tîma Amerîkayê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2023 05:26 Asia/Tehran
  • Tîma Volîbola Xortan a Îranê ji tîma Amerîkayê bir

Tîma Volîbola Xortan a Îranê di yekem pêşbirka xwe ya tûrneminta çarqolî ya Bulxaristanê karî ji tîma Amerîkayê bibe.

Tîma Volîbola Xortan a Îranê di pêşbirka xwe ya yekem di tûrneminta çarqolî ya Bulxaristanê da çû pêşberî tîma Ameîkayê û bi encama 3-1 jê bir.

Tîma Volîbola Xortan a Îranê berêvara Yekşemiyê dê bi Brezîlê ra bikeve pêşbirkê û sibeha Duşemiyê jî dê biçe pêşberî Bulxaristana mazûvan.

Di pêşbirka din a vê tûnemintê da, tîma Bulxaristanê çû pêşberî Brezîlê û bi encama 3-1 ji vê tîmê bir.

Tûrneminta çarqolî ya Sofyayê bi beşdariya çar tîmên xortan ên Bulxaristan, Brezîl, Îran û Amerîkayê tê lidarxistin; ev tîm xwe ji bo beşdariyeke baş di pêşbrikên Qaremaniya Xortên Cîhanê da amade dikin.