May 29, 2023 09:09 Asia/Tehran
  • Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlinê  di halê lidarxistinê de ye

Hejmarek kesayetî û ronakbîrên Kurd li bajarê Berlînê, festîvaleke mezin a çand û hunera Kurdî çêkirin.

Di wê festîvalê de hejmareke mezin ji nivîskar û hunermendan beşar bûn û semîner û konsêrt hatine pêşkêşkirin.

Bi dirêjiya 4 rojan “Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê” birêve diçe. Festîval ji 26 vê meha Gulanê destpê kiriye û biryar e heta  îro 29ê Gulanê berdewam dibe. Tê de çalakî û civatên wêjeyî, hunerî, konsêrt û semînar têne lidarxistin û pêşkêşêkirin.

Hevdem pêşangeh û bazarên taybet bi berhemên hunerî û wêjeyî û cilûberg û xwarinên Kurdî hene.

Bi beşdarbûna 50 mêvanî, ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran, hejmarek ji çalakiyan têne nîşandan.

Dahêner di warên çîrok, roman, mûzîk, stran, şêwekarî, karîkatûr, rojnamevanî, sînema û zimanê Kurdî de, beşdar in.

Serepeyv