Tehran mazûvana Civîna Desteya Cihanînê ya Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341525-tehran_mazûvana_civîna_desteya_cihanînê_ya_komîteya_para_olempîkê_ya_asyayê
Civîna 30î ya Desteya Cihanînê ya Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê dê bi mazûvaniya Tehranê were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2023 14:47 Asia/Tehran
  • Tehran mazûvana Civîna Desteya Cihanînê ya Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê

Civîna 30î ya Desteya Cihanînê ya Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê dê bi mazûvaniya Tehranê were lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Desteya Cihanînê ya Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê vê demê pêkhatî ji 16 endaman e ku 6 kes ji wan pêkhatî ji Serok, 2 Cîgirên Serok, Serokê Komîteya Werzîşa Jinan û  2 endamên din bi rêya Civaka Gelemperî va bo heyama 4 salan tên bijartin.

Civîna 29an a Desteya Cihanînê ya Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê (APC) Kanûna 2022an li Dubeya Imaratê hat lidarxistin û di civîna 30î ku dê li Tehranê were lidarxistin da, ji bilî Macid Raşid serokê imaratî yê Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê, 15 endamên din ji Imarat, Japon, Fîlîpîn, Uzbekistan, Pakistan, Koreya Başûr, Mixolistan, Hong Kong, Qezaqistan û Malezyayê dê beşdar bin.