May 22, 2023 17:59 Asia/Tehran
  • Serkeftina werzîşkarên Leşciwaniyê yên Îranê di pêşbirkên Grendprîksa Ermenistanê da

Pêşbirkên Grendprîksa Ermenistanê bi dawî hatin û werzîşkarên Îranê sê mîdalên zêr, 4 zîv û 3 cîgehên OverAll bi dest xistin.

Pêşbirkên Grendprîksa Ermenistanê di bin çavbdêriya Federasyona Cîhanî ya Fîtnêsê û bi mazûvaniya bajarê Yêrîwanê hatin lidarxistin.

Di van pêşbirkan da, Reza Heccar mîdala desteya yekem a fîzîka bedenê bi dest xist û tevî bidestxistina cîgeha OverAll di van pêşbirkan da karî Karta Profesyonal bi dest bixe.

Emîr-Reza Alîpûr jî di desteya dawî ya fîzîka bedenê da mîdala zîv bi dest xist.

Mehdî Ebbaszade di desteya 180-Fîzîka Klasîk da mîdala zîv bi dest xist.

Mecîd Xulamî di desteya 90 Kêlogram a Bîldîngê da mîdala zêr wergirt û cîgeha yekem a vê çiqê ji xwe ra terxan kir.

Serepeyv