Aliyên şêrr li Sûdanê li ser agirbeseke yekhefteyî li hev kirin
May 21, 2023 10:27 Asia/Tehran
Aliyên şêrr li Sûdanê ji bo wajokirina girêbesta agirbesa însandostane bo heyama hefteyekê ku dikare were dirêjkirin, li hev kirin.
Ev agirbes ji bo belavkirina alîkariyên însandostane û parastina navendên pizîşkî, av û ceryanê li navçeyên ziyandîtî yên Sûdanê ye.
Peçûnên bi çekan li Sûdanê ji roja 15ê Nîsana 2023an di navbera hêzên Artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn li ser desthilatê dest pê bûn.
Tevî pêkhatina heft dorên agirbesê li Sûdanê û ragihandina sozdariya aliyên şêrr, pevçûn hema wisa bi awayê perate didomin.