Pirtûka 'Ferengîs' li Sarayevoyê hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341367-pirtûka_'ferengîs'_li_sarayevoyê_hat_nimandin
Wergera bosniyayî ya pirtûka Ferengîs'ê bi hevkariya Şêwirdariya Çandî ya Îranê li Bosnî û Hersekê hat nimandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2023 13:35 Asia/Tehran
  • Pirtûka 'Ferengîs' li Sarayevoyê hat nimandin

Wergera bosniyayî ya pirtûka Ferengîs'ê bi hevkariya Şêwirdariya Çandî ya Îranê li Bosnî û Hersekê hat nimandin.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Ev pirtûk pêkhatî ji bîreweriyên Ferengîs Heyderpûr û wêrekiya wê di serdema ceng û Berevaniya Pîroz li navçeyên rojavayê Îranê ye û Mehnaz Fettahiyê  ew nivîsiye.

Ev pirtûk ji aliyê Nermîn Hecîç va hatiye wergerandin û bi hewldana Encumena Dayîkên Şehîdên Serberînîtsayê va hatiye weşandin.

Nermîn Hecîç di vî warî da got ku armanca wê ji wergera pirtûka Ferengîs'ê handana xortên Bosnî û Hersekê ji bo çalakiya di vî warî da ye.