May 14, 2023 16:12 Asia/Tehran
  • Xelata Derhêneriya Herî Baş ji bo Sitare Iskenderiyê li festîvala sînemayî ya Albaniyê

Derhnera îranî ya fîlma "Roja wê Heyvê" xelata Derhêneriya Herî Baş li Festîvala Fîlman a serbixwe ya Îdromenoyê ya Albaniyê bi dest xist.

Fîlma "Roja wê Heyvê" yekem fîlma sînemayî ya bilind bi derhêneriya Sitare Iskenderiyê û bi amadekariya Menûçêhr Muhemedî û Weşana navneteweyî ya Kompaniya Îrîmajê di dora duyem a Festîvala fîlman a serbixwe ya Îdromenoyê li Şkodera Albaniyê, xelata Derhêneriya Herî Baş bi dest xist.

"Roja Wê Heyvê" piştî nîşandana li merasima destpêkirina cîhanî li Festîvala Asta Yekem a Hindê - Gua, li festîvalên din ji wan Festîvala Fîlmên Îranî li Zorîxê (beşa Pêşbirkê), Sofiya Minar (venihêrînek li ser berhemên fîlmçêkerên îranî yên jin), Festîvala Fîlm û Hunerên Medyayî ya Jinan a Australyayê (beşa pêşbirkê), Festîvala Jinên Îranî li Frankfûrtê û Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Îdromenoyê (beşa pêşbirkê) beşdar bûye.

 

Serepeyv