May 02, 2023 15:15 Asia/Tehran
  • 185 berhem bo sekreterxaneya Festîvala seranserî ya mûzîk ya 'Beyt û Heyran' a Serdeştê hatin şandin

Serokê Rêveberiya Çand û Îrşada Îslamî ya Serdeştê got: 185 berhem di 2 beşên takekesî û Jenîna Komî anku Kor da bo sekreterxaneya dora dehem a Festîvala seranserî ya mûzîk ya 'Beyt û Heyran' a Serdeştê hatin şandin.

Hesen Hesenzade roja Sêşemiyê got: 136 berhemên takekesî û 22 berhemn komî ji bo beşdariya di dora dehem a Festîvala seranserî ya mûzîk ya 'Beyt û Heyran' a Serdeştê ku dê di rojên 13 û 14ê Ordîbihiştê da bi mazûvaniya vê şaristanê were lidarxistin, hatine şandin.

Rêûrisma bidawîhatinê ya dora dheem a Festîvala seranserî ya mûzîk ya 'Beyt û Heyran' a Serdeştê bi xelatkirina berhemên serkeftî dê roja 14ê Ordîbihiştê û bi beşdariya berpirsên têkildar ên di asta welat, parêzgeh û şaristanê da li vî bajarî were lidarxistin.

Wî her wiha got: Dora yekem a Festîvala seranserî ya mûzîk ya 'Beyt û Heyran' a Serdeştê di meha Isfenda sala 1385an da hat lidarxistin û heta niha 9 dorên Festîvala seranserî ya mûzîk ya 'Beyt û Heyran' li vê şaristanê hatine lidarxistin.

Serepeyv