Adar 12, 2023 19:41 Asia/Tehran
  • Kupa Dmîtrîv li Rûsyê; Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê bû qareman

Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê di Kupa Dmîtrîv a Rûsyê da bû qareman.

Di dawiya van pêşbirkan da ku bi beşdariya 10 guleştgirên Îranê hat lidarxistin, “Elî Qulîzadegan” di 61 Kîlogram, “Muhemedreza Şakirî” di 65, “Mecîd Baqirî” di 79, “Hûmen Bêhzadpûr” di 86 û “Muhemed-Mobîn Ezîmî” di 92 kîlogram da

mîdala zêr, “Elî Rezayî” di 70 kîlogram da mîdala zîv û “Îbrahîm Xewarî” di 57 Kîlogram û “Îbrahîm Ilahî” di 65 kîlogram da mîdala bronz wergirt.

“Elî Mominî” di 57 kîlomgram û “Armîn Hebîbzad” di 65 kîlogram da jî di koma derdayîyan da derdan û ji pêşbirkan wêda çûn.

Pêşbirkên Guleşta Azad ên Kupa Dmîtrîv ji 10 heta 12ê Adara 2023an li Yakûtska Rûsyê hatin lidarxistin û guleştgirên Îranê bi 5 mîdalên zêr, zîvek û 2 bronzan bûn qareman.

 

Serepeyv