Sibat 17, 2023 19:05 Asia/Tehran
  • Kupa Guleştê ya Tîmên Cîhanê; Guleştgirên îranî ji gellek reqîbên xwe birin

Tîma Guleştê ya “Banke Shahr” a Îranê karî di pêşbirkên Guleşta Azad ên Kupa Tîmên Cîhanê da ji guleştgirên Gurcistanê bibe.

Dewra Heftan a Pêşbirkên Guleşta Azad ên Kupa tîmên Cîhanê ji vê sibê va li Salona Şehîdên 7ê Tîr’ê ya Têhranê dest pê bû.

Tîmên ji welatên wekî Rûsye, Hind, Gurcistan, Qazaqistan û Ermenistanê di vê dewra pêşbirkan da pişkdar in û Tîma Banke Shahr’ê jî ji Îranê pişkdar bûye.

Tîma Guleştê ya Banke Shahr’ê ya Îranê îro karî 10- 0 li tîma Gurcistanê bibe.

Tîma Guleştê ya Banke Shahr’ê ya Îranê di 9 kêşan da bi xalên herî zêde li guleştgirên tîma Gurcistanê bir.

 

Serepeyv